Li Amedê Incila 800 salî hat ditin

Li Amedê Incila 800 salî hat ditin

PeyamaKurd - Li Amedê di encama operasyoneke hêzên ewlekariyê de Încîleke dîrokî ya 800 salî hat bidestxistin.  Parêzgeriya Amedê di derbarê operasyonê de da zanîn ku di encama operasyonê de 4 kes hatine binçavkirin.

Parêzgeriya Amedê ragihand, li navçeya navendî ya Amedê Kayapinarê operasyonek hatiye li darxistin ku di encama operasyonê de 4 kesên ku dixwestin pirtûkeke olî ya dîrokî bifiroşin hatine desteserkirin.

Hat zanîn ku pirtûka hati bi dest xistin Încîleke 800 salî ye û bi zimanê Îbranî hatiye nivîsîn û ji 22 rûpelan pêk tê.

Di pirtukê de wêneyên li ser çerm hatine nexşkirin hene û pirtûk jî ji aliyê parêzgeriyê ve niha tê parastin. Niha lêkolîn û lêpirsîn tê kirin ku pirtûk ji ku derê hatiye anîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin