PeyamaKurd- Çalakvana Swêdî Greta Thunberg, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî fotoyeke ku ala Kurdistanê hatiye rakirin parve kir û pê re jî ‘Bijî Kurdîstan’ nivîsand.
Greta Thunberg, di dema çalakiya li ser nerazîbûna li hember têkçûna avhewayê ya cîhanê de ligel çend çalakvanan, ala Kurdistanê rakir û wî fotoyê jî bi peyama ‘Bijî Kurdîstan’ parve kir.
Li ser vê çalakiya ku hat kirin jî pisporên jîngeh û avhewayê hişyar dikin ku seranserê cîhanê ketiye bin metirsiyeke mezin a hişkahî û şewata daristanan. Hat zanîn ku heger di navbera salên 2030 û 2050yî de çareseriyeke lezgîn ji vê rewşê re neyê dîtin, cîhan dê ber bi karesateke mezin ve biçe û divê ji bo vê rewşa awarte, di derbarê guherîna avhewayê de raya giştî ya cîhanê were hişyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin