PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku kî alîkariya wan bike û ciyê hinek serokên El Qaîdê ji wan re bêje an bibe alîkar da ciyên wan bizanibin, wê wezaret 5 mîlyon dolar xelata peran bide wan. Wezaret di mijara xelatê beyanekî nivîskî da û got kî ciyê Abdulkerîm el Misrî, Farûq el Surî û Samî el Ûraydî bide, bo xelata wan ragihandinekî nivîskî kir.
Wezaret got ku bi salaye serokê El Qaîdeyê re gelek samîmî kesê bi navê El Misrî ku xelkê Misrê ye û gelek nêzî Eymen el Zewahîrî yê serokê El Qaîdê ye, di navbera rêxistina Hurras El Dîn û Cepha Nusrayê de navbeynkarî dike. Hemwelatiyê Sûriyê Farûq El Sûrî mîlîtanên El Qaîdeyê perwerde dike. Samî El Ûraydiyê ku Urdiniye, tevlî şerê ku li dijî Amerîka û Îsraîlê de hatiye kirin, bûye. Niha jî bo rêxistina Hurras El Dîn dixebite.
Kesê ku agahiyê bide Amerîkayê dikare li ser elektronîk postayê û bi rêya telefonê xwe bigihînê. Xelat bo her yekî 5 mîlyon dolare û di çarçoveya bernameya “Xelata a bo dadweriyê” de ya wezareta karên derve ya Amerîkayê de, dê bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin