PeyamaKurd – Li bajarokê Şera yê Efrînê çekdarên Ereb ên ku ji herêmên din ên Sûriyê anîne Efrînê goristana gundê Qere Cirne kirin axurê pez.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, çekdarên ereb goristana Qere Cirne kirine axurê pez ku ew goristan li cem xelkê Efrînê xwedî pîroziyeke taybet e û wekî semboleke olî serdana wê goristanê dikirin.
Ji ber zêdebûna rêjeya pez li navçeyên çandiniyê li Efrînê, zerareke mezin gihîştiye herêma Efrînê ku heta giyayên nav û derdora goristanan jî tên çêrandin.
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, hîn jî guhertina demografiya Efrînê berdewam e û bi hezaran malbatên çekdaran hatine bicihkirin û dest danîne ser mal û milkên xelkê Kurd ê Efrînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin