Çekdarên Şamê Baregeha Hewayî ya Rimêlanê ji Koalîsyona Navneteweyî wergirt

Çekdarên Şamê Baregeha Hewayî ya Rimêlanê ji Koalîsyona Navneteweyî wergirt

PeyamaKurd - Piştî vekişîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê, çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi fermî kontrola Baregeha Hewayî ya Rimêlanê a li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê girt destê xwe.

Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ji rayedarên Wezareta Parastinê girtine, piştî valakirina baregehê ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve, yekîneyên artêşê ketine hundirê Rimêlanê. 

Hat ragihandin ku di mehên dawî de hêzên Amerîkî ji baregehên stratejîk ên wekî El-Tanf û Şedadî vekişiyane û pêvajoya vekişîna gav bi gav ji baregeha Qesrikê ya li Hesekê jî berdewam dike.