Cenazeyê neviyê Şêx Seîd wê li Qolhesar a Xinûsê bê definkirin

Cenazeyê neviyê Şêx Seîd wê li Qolhesar a Xinûsê bê definkirin

PeyamaKurd - Cenazeyê neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat ê ku li sirgûniya Almanyayê koça dawî kiribû, 31ê Tîrmehê ber bi Erziromê ve tê anîn.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Qasim Firat ragihand ku cenazeyê Hasan Basrî Firat 31ê Tîrmehê ji Almanayê bo balafirgeha Erziromê tê veguhestin û paşê ji wir dibin navçeya Xinûsê.

Firat da zanîn ku wê cenaze li gundê Qolhesarê piştî nimêja Înê û bicihanîna vecîbeyên olî, bi axê were spartin.

Malbat û xizmên Fırat diyar kirin ku piştî bidawîbûna merasîma definkirinê, dê sê rojan şîna wî li heman gundî were danîn.