PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Onikişubatê 3 birayên ku di şewata xanî de can dabûn û her sê bira jî astengdar bûn, limêja cenazê wan li mizgefta Abdülhamid Han kirin û li goristanê sipartin xakê.
Li bajarê Maraşê li taxa Boğaziçi di qata yekî ya apartmanekî de şewat derketibû û di şewatê de Mustafa Saltalı (46), Esra Saltalı (44) û Muhammed Ali Saltalı (31) jiyana xwe ji dest dan.
Di merasima cenaze de parêzgerê Maraşê Mükerrem Ünlüer, şaredarê bajarê mezin Fırat Görgel û şaredarê navça Onikişubatê Hanifi Toptaş amade bûn.
Malbat bi temamî 8 birane lê xelkê Maraşê û navça Onikişubatê malbatê bi tenê nehişt û li wan xwedî derket.