PeyamaKurd – Li ser rêya Wan-Hakkariyê li dora pir a Erziki, Cesur Yaşar ê ketibû ava Zê (Zap), tevî tîmên rizgarkirinê mudaxele kirin jî jiyana xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirina tîmên cendirmeyan ku Cesur Yaşar ketiye ava Zê, tîmên AFAD, UMKE çûn ciyê rûdanê û di encamê de Cesur Yaşar dîtin û wî teslîmê tîmên tenduristiyê kirin.
Bi ambûlansê Yaşar birin nexweşxana dewletê ya bajarê Hakkariyê. Lê doktor jî nikaribûn wî rizgar bikin û li nexweşxanê can da.