PeyamaKurd – Cîgirê serokê PAK ê Feyyaz Ekmen li Almanyayê bi serdema nexweşîna Kovid-19 ê jiyana xwe ji dest da. Feyyaz Ekmen li dora mehekiye ku li nexweşxanê tedawiya koronayê didît.
Feyyaz Ekmen bi eslê xwe ji xelkê Kercewsa ser Batmanê ye û derçûyê Enstîtuya Perwerdê ya Diyarbekirê ye. Piştî sala 1980 yan bi sedema mijarên siyasî koçî Almanya kir û jiyana xwe li Almanya derbas dikir. Lê ev çend salên dawiyê piştî li Tirkiyê rêvebirî piçekî sistiyê xistibû siyasetê dihat Kurdistanê.
Feyyaz Ekmen herî dawiyê cîgirê serokê PAK ê (Partiya Azadiya Kurdistanê) bû. Nehat zanîn bê cenaze Feyyaz Ekmen dê bînin Kurdistanê an na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin