PeyamaKurd - Îro 15ê Mijdarê 19 siyasetmedar û sendîkavanên ku di operasyoneke serdegirtina malan de, di rojên 8-9ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, li Diyarbekirê derketin pêşberî dadgehê.
Cîgirê Serokê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî heft roj in di bin çavan de bû, bi daxwaza girtinê ya Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê derket pêşberî dadgehê.
Dadgeha Diyarbekirê ji bo Bayram Bozyel û 18 kesên din ên hatibûn desteser kirin biryar da, 15 kese hatin girtin û ji bo 2 kesan biryara hepsa malê hat dayîn.
Parêzerên Bayram Bozyel, îtiraz li biryara dadgehê ya girtinê kirin û hat zanîn ku îro êvarê Bozyel li ser îtiraza parêzeran hatiye berdan.
Hêjayî gotinê ye, Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî bi îdiaya endamtî û rêveberiya rêxistinê ango KCK/PKKê hatibû binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin