PeyamaKurd- Cîgirê Wezîrê bergiriyê yê Sûriyê seredana Qamişlo û Hesekê kir û ligel fermandarên artêşê civiya.
Hat ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Bergirî yê Sûriyê Lîwa Elî Salih roja duşemê gihiştiye balafirxaneya bajarê Qamişlo û li Fewcê Terteb ligel fermandarên artêşa xwe re civiyaye. Piştre seredana bajarê Hesekê kiriye û li wir jî, li Çiyayê Kewke ligel fermandarên artêşê re civiya ye.
Li gor zanyariyên hatine belav kirin, wî fermandarî, daxwaza avakirina xalên nû yê çavdêrî û bergiriyê kiriye.
Hikûmeta Sûryê du fewcên wê li bajarê Qamişlo û Hesekê hene, herwiha du çargoşeyên ewlekariyê li her du bajaran di jêr destê wê de ne, ku balafirxane û hejmareke dam û dezgehên giring ên dewletî li xwe digre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin