PeyamaKurd - Di çarçoveya entegrasyona leşkerî û siyasî ya li Sûriyeyê de gaveke krîtîk hat avêtin û Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, wek Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat a Komara Sûriyeyê hat erkdar kirin.
Biryar ji aliyê Daîreya Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Berevaniya Sûriyeyê ve bi awayekî fermî hat ragihandin.
Ev gav di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê ya avbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hat avêtin.
Tê gotin ku bi erkdarkirina Sîpan Hemo re, di xebatên parastinê yên li herêma rojhilatê Sûriyeyê ango Rojavayê Kurdistanê serdemeke nû dest pê dike.