PeyamaKurd – Serok Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Li gor zanyariyan, do Pêncşemê Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Hat ragihandin ku di wê civînê de, Cîgirên Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Hişyar Zêbarî û Mihemed Mehmûd amade bûn.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî do Pêncşemê, bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwaziya wî hat kirin.
Serokwezîrê Iraqê bi hevaltiya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Doktor Fuad Husên û çend berpirsên din ên Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin