Çiya Kurd: Ti diyaloga rasterast bi rejîmê re çênebûye

Çiya Kurd: Ti diyaloga rasterast bi rejîmê re çênebûye

PeyamaKurd – Piştî belavbûna nexşerêya Rûsyayê ya bo danûstandinên Kurdên Sûriyê bi rejîma Sûriyê re, Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çiya Kurd ragihand ku hewldanên aliyê sêyemîn (Rûsya) ji bo diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de hene û got: "Heta niha tu xebatên diyaloga siyasî ya rasterast tune ne."

Çiya Kurd piştî nûçeya derbarê hevdîtina şanda Rûsî li Qamişlo ya 26ê Kanûna 2019an ku PeyamaKurd jî belav kiribû û nexşerêya Rûsyayê ya 10 xalan tê de cî digirt, daxuyanî da.

Li ser navê Rêveberiya Xweser, cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHAyê re ragihandiye ku ji destpêka gefên Tirkiyê û êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Rûsya rola avakirin û aktîfkirina diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de girt ser milê xwe, heta niha Rûsya di wê çarçoveyê de dixebite.

Çiya Kurd got, “Ji ber vê yekê gelek civîn di navbera me û Rûsyayê de û di navbera Rûsya û rejîma Sûriyê de li dar xistin û gelek tişt bi her du aliyan re nîqaş kirin."

Çiya Kurd di berdewamê de got: "Hewldanên Rûsyayê heta niha didomin, da ku binesaziyeke hevbeş ji bo gihandina diyaloga siyasî di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ava bike, heta niha ev hewldan negihîştine encameke baş ji bo pêkanîna diyaloga siyasî ya rasterast di navbera me û rejîma Sûriyê de."

Şanda Rûsî li Qamişlo bi aliyê Kurd re civiya!..

 Moskowê di civîna dawiya sala 2019an a li Qamişloyê de ku ji bo destpêkirin û serxistina danûstandinên ligel rejîmê û Kurdên Sûriyê hatiye kirin nexşerêyeke ji deh xalan pêk tê pêşkeşî kurdan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin