PeyamaKurd – Çiyayê Qereçoxê, ji aliyê balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî hat bombebarankirin.
Li gor fermandarekî hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûr diyar kiriye, do di seet 17:45 û 17:48an de, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, çiyayê Qereçox bombebaran kirin.
Berpirsekî ewlekariya Iraqê jî daye zanîn, di encama bombebaranê de, nêzîkî 5 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û çend pêgehên wan jî hatin wêrankirin û jinavbirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto, do li ser Twîterê ragihand û got, di dema borî de balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, 133 êrîşên asmanî li çiyayê Qereçox encam dane.
Herwiha Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, di encama wan bombebaranan de, 61 cihên xweveşartinê û 24 şikeftên DAIŞê hatine wêrankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin