Li Çiyayê Alplerê qeza: 5 mirî û 40 birîndar

Li Çiyayê Alplerê qeza: 5 mirî û 40 birîndar

PeyamaKurd – Li welatê Îswîçre li çiyayê Alplera li devera Zernezê li nêzî jîngeha Susuchê otobusa ku geştiyarên Hollandî hilgirt wergeriya û di encamê de 5 kes mirin û 40 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 3 kes birînên wan xedar in.

Polîsê cîh bi nivîskî ragihand ku do bi wextê wê derê seet di 16.45an de, dema otobusa navborî di ciyekî ku înşaat lê dihat çêkirin de derbas bû, ji ser rê derket û wergeriya.

Ji bo lêgerîn û rizgarkirinê 7 helîkopter dixebitin. Di otobusê de 48 kes hebûne.