PeyamaKurd- Zilamekî nexweşîna xwe kir bahane û ji Îstenbolê ji şîrketekî taybet ambûlansê kirê kir. Piştî zilam diçe Diyarbekirê dibêje ku divê here Licê. Ambûlans wî dibe Licê. Li Licê telefona yekî dike û jê 112 kîlo esrarê distîne û bar dike da dagere Îstenbolê. Di ambûlansê de wezîfedar jî hene. Dema diçe nêzî qereqola Mermerê, ambûlans xwe hêdî dike û hereketên bi guman dikin. Cendirme ji wan dikeve şikê û li wê derê dibîne ku di nava 6 walîzan de esrar hene, jelatînkirine û wan avêtiye erdê. Cendirme wan digrin.
Parêzgeriya Diyarbvekirê mijarê piştrast dike û dibêje haya wezîfedarên ambûlansê ji mijarê tineye û piştî îfadeyên wan tê sitendin wan serbest berdidin û zilamê ku xwe nexweş nîşan dide,digrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin