PeyamaKurd - Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ragihand ku çûyîna karwanê heftemîn ê koçberan ku biryar bû îro bi nêzîkî 800 malbatan ber bi Serê Kaniyê û gundewarê wê bi rê bikeve, heta demeke nediyar hat bipaşxistin.
Sedama sereke ya vê biryarê alozî û êrîşên duh ên li Girê Spî ne ku li dijî malbatên vegeriyayî hatibûn kirin û di encamê de nêzîkî 100 malbat hatibûn asêkirin û piştre ji bo Kobanî hatibûn veguhastin.
Ev biryara paşxistinê ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê û Komîteya Serokatiya Sûriyeyê ya taybet bi bicihkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an ve hate dayîn.
Heta niha di çarçoveya 6 karwanên borî de 3 hezar û 278 malbat vegeriyane ser cih û warên xwe, lê hîn jî zêdetirî 10 hezar malbat li benda vegerê ne ku ji ber geşedanên ewlehiyê yên dawî neçar man amadekariyên xwe yên vegerê rawestînin.