Ji gund 25 doktor hene

Ji gund 25 doktor hene

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Konyayê li navçeya Seydişehirê li qûntara çiyayên Torosan gundek heye ku 35 mal tê de hene û nûfûsa wê 115 kes e. Heya niha ji gund 25 doktor derçûne ku ev jimareka gelek zêdeye û nîşana perwerdêye ku asta wê gelek bilind e. Gundî berê bi heywan û zîraetê re meşxûl dibûn û zarokên xwe dan xwendin.

Ewilî ji gund xortek bi navê Mustafa Şahin xwend û bû doktor. Niha rêvebirê zankoya Konyayê ye. Mustafa bû weka mînak û piştî wî 25 kes xwendin û bûn doktor. Bo gundiyan hem zava û hem bûk hatin û niha di gund de 40 kes doktorin.

Bi sedema ku derfetên gundiyan yên aborî nebaş bûn, zarokên xwe dan ber xwendinê û heya îro bi serbilindî hatin.

Mustafa Şahin dibêje ku di malbata wî de 5 doktor hene lê ne tenha doktor her weha di gund de gelek mamoste, endazyar û di meslekên din de pisporên wan hene. Şahin dibêje ku ne tenha doktorên wan lê tiriyên wan jî bi nav û denge. Dimsê çêdikin û bi tezeyî dixun.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin