Birîtanya welatiyên xwe yên li Iaqê hisyar dike

Birîtanya welatiyên xwe yên li Iaqê hisyar dike

PeyamaKurd - Ji tirsa êrişên teroristî û revandina wan, hikumeta Birîtanyayê, welatiyên xwe agahdar dike ku serdana Îraqê nekin.

Wezareta Derveya Birîtanyayê di beyannameyekê de, daxwaz ji welatiyên xwe dike, bi ti awayî serdana naverast û başûrê Îraqê nekin ji tirsa êrişên teroristî û revandina wan.

Her di wê ragehandina Wezareta Derveya Birîtanyayê de hatîye gotin, çimkî rewşa ewlehiya Îraqê cîgir nîye, pêwîst e bi hişyarî ve serederî li gel bê kirin, nemaze jî di vê demî de,  ku cejn e û bêhnvedan heye, egerên êrişkirinê zêdetir dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin