PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li Brukselê wê di civîna NATO yê de bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re hevdîtinekî bike. Li gor ragihandina Al-Monitorê; dê her dû wezîr di wexta civîna NATO yê de hev bibînin û dê ev bibe cara yekem ku di wexta rêvebiriya Amerîkayê ya nûh de, hevdîtinekî di asta bilind de bibe.
Çavkaniyên dîplamatîk ragihandinin ku di civîna Brukselê de Blinken, bi wezîrê Tirkiyê Çavuşoğlu û yê Yûnanistanê bi Nikos Dendias re ji hev cuda hevdîtinan bike. Blinken dê ewilî bi Nikos Dendias re hevdîtinê bike.
Di hevdîtina bi Çavuşoğlu re babeta S-400 an, babeta Rojhilatê Derya Sipî û desteka Amerîkayê ya bo Kurdan li Binxetê an ku li Rojavayê Kurdistanê bikeve rojevê. Dibe ku mijara îhlala mafên mirovan yên li Tirkiyê û babeta girtina HDP ê jî bikeve nav rojeva wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin