PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov û yê Amerîkayê Pompeo di çarçoveya konferansa Munîhê ya ewlekariyê de hevdîtinekî pêkanîn. Hevdîtina her dû wezîran kurt dewam kiriye. Di mijarê de berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di ser hesabê xwe yê Facebookê de weha got:
“Dema Pompeo ji cem Lavrov çû, bi dengê bilind da temamê kesên li korîdorê bûn bibihîze got: Good Luck. (Bextê te vekirîbe). Beşdarên ku di odeya muzakereya Rûsyayê de bûn, gelek şaş man. Ji ber ku Amerîkayî bo kêm kesan tiştên baş daxwaz dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin