PeyamaKurd - Fermandarekî Hevpeymana Navdewletî dibêje, kar û hevkariya li gel HSDê berdewam e û armanc jî bi yekcarî têkbirina DAIŞê ye. Ew fermandarê payebilind dibêje jî, “Ji bo têkbirina DAIŞê baştirîn hêz HSD ye.”
Fermandarê Hêzên Esmanî li Hevpeymaniya Navdewletî Eric T. Hill, ragihand ku DAIŞ niha jî gefeke cidî ye û ragihand ku pêwîstî bi berdewamkirina hevkariya li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û pêngavên navdewletî yên bi vê mebestê hene.
Wî fermandarî got çekdarên DAIŞê hewl didin xwe bi rêxistin bikin û çavkaniyên nû yên dahatê bo xwe bibînin ku heta bi vê mebestê bi rêya torên civakî peywendiyên wê li gel piştevanên wê hene û endamên wê berdewam in ji bo dariştina encamdana êrişan.
Eric T. Hill diyar dike, Iraq û Sûriye, cihê derketin û bihêzbûna DAIŞê bûn û her ji ber wê yekê jî girîng e ku li wan herdu welatan bi yekcarî ew rêxistina ku baskên wê hatine birîn, bê têkbirin. Hill amaje bi wê yekê jî kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî ev maweyekî dirêj e li HSDê kar dike û got, “Em niha jî berdewam in li ser karkirina li gel HSDê û rahênana hêzên wê. Her ji ber vê yekê hevlariya me de xurt e.”
Wî fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî rola HSDê ya di têkbirina DAIŞê de bilind nirxand û got, “Di têkoşîna li dijî baştirîn hêz HSD ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin