PeyamaKurd – Hat zanîn ku komeke çekdar a girêdayî artêşa Tirkiyê ku Efrîna Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, ji bo welatiyekî Efrînî yê 3 meh berê miriye ji malbata wî fîdye xwest.
Grûpa çekdar a opozisyona Sûriyê ya bi navê Emşat fidye li ser malbata welatiyê bi navê Hisên Xoce ku ji 3ê meh in miriye ferz kir.
Nivîsgeha partiya el-Wehde li Efrînê ragihand, kesê ku grûpa Sultan Silêman Şah fidye li ser ferz kiriye, berî sê mehan li devera Şehbayê li bakurê Helebê miriye.
Çekdarên grûpa Silêman Şah ku bi navê el-Emşat tê naskirin çûne ser mala kesûkarên wî li gundê Çeqelê Jorîn û daxwaza fidyê li wan kirine bi behaneya ku wî di komîna gund de ya ser bi Rêveberiya Xweser ve kar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin