Air France firînên Iraq û Îranê rawestandin

Air France firînên Iraq û Îranê rawestandin

PeyamaKurd – Kompaniya rêhewaya esmanî Air France a Frensî hemû firînên xwe yên bi ser Iraq û Îranê de rawestand.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşên Îranê yên bi ser baregehên Amerîkayê de ew biryar hatiye standin û hemû firînên ser qadên Îran û Iraqê hatine hilawistin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku biryar di çarçoveya agahdariyên rayedarên frensî de hatiye standin û ji bo ewlehiya bilind a firînan ew berê firînên balafirên xwe diguherînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin