PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, di derbarê sîstema parastinê ya S-400 de ku di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de bûye sedema nakokiyê, ragihand: “Gefên wan vala û bê mantiq in. Em nikarin li benda nazdariya hinekan bisekinin.”
Omer Çelik li ser gefa berpirsên Amerîkayê yên derbarê kirrîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsî de, bersiv da Waşingtonê.
Çelîk got: “Em dibînin ku bi ser vê meseleyê ve tê xwestin ku li dijî Tirkiyê hewlek bê bipêşxistin. Piştî ku li Sûriyê şer rû da, pêdiviya Tirkiyê ya sîstema parastina hewayî derkete pileya herî bilind. Patriot pêkan nebûn. Hem di warê parvekirina teknolojiyê, hem jî di warê bûhayê wan de daxwazên Tirkiyê erênî nehatin bersivandin. Pêwîst bû Tirkiye piştgirî ji hevpeymanên xwe yên NATOyê werbigirta. Piştî me daxwaz kir, di maweya 2013 û 2015an de li Dîlok patriotên Amerîkî, li Mereşê yên Almanî û li Edeneyê jî yên Hollandî hatin bi cihkirin. Lê belê dûre van patriotan paşve kêşandin.”
Omer Çelîk da xuyakirin: “Yên ku patriot nedane me, îro jî li dijî kirrîna S-400î daxuyaniyên şaş didin. Sîstema parastina hewayî ya S-400î, sistemeke ku taybetiyên wê yên teknîkî zêde ye. Tirkiye nikare li benda nazdariya hinekan bisekine. Beriya niha Bulgarîstan, Yunanistan, welatên endamên NATOyê û nêzîk3i 20 welatan S-300î kirrîne. Yên ku li dijî van welatan sizayan ferz nakin, dema ku mesele bibe Tirkiye, behsa sizayan bikin, ev diyar dike ku yek alîtiyê dikin.”
Ev daxuyaniyên ne rast in. Gefên bi vî awayî, ji deriyên Tirkiyê nakevin hundir.”
Berpirsên Amerîkayê di çend rojên bihorî de careke din gef li Tirkiyê xwarin û gotin; “eger ku Tirkiye ji Rûsyayê S-400î bikirre em dê firokeyên şer ên F-15 û sîstemên parastina hewayî yên Patriotan nedin Tirkiyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin