PeyamaKurd - Piştî ku Meclîsa Nûneran bi awayekî fermî ji kar dûrxistina Serokê Amerîka Donald Trump pejirand, çav li rê ye qonaxa duyem a darizandina Trump li Civata Senatoran dest pê bike.
Seroka Demokrat a Meclîsa Nûneran Nancy Pelosi ragihand ku dibe peyvajoya li wir derengtir çêbe û got, heta rêbaza darizandina Trump a li Civata Senatoran zelal nabe ew biryara ji kar dûrxistina wî naşînin ber destê Civata Senatoran.
Nancy Pelosi herwiha got, “Me heta niha tiştekî ji me ve adil xuya dike nedît.”
Civata Nûneran bi sedema ku Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka, jibo armancên nerewa û bona bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongresê asteng kiriye, doh bi dengdanê ji kar dûrxistina wî pejirand.
Heger Civata Senatoran jî biryar bide ku Trump ji kar were dûrxistin, wê Trump ji serkotiyê were xistin, lê ji ber ku di Civata Senatoran de piranî Komarî ne biryara ji kar dûrxistina Trump wê neyê pejirandin.
Li gorî proseyê darizandina li Civata Nûneran di meha Çile de destpê bike û Trump li ber senatoran dê were dadgehkirin.
Trump: Me tiştekî şaş nekiriye, diviya Obama ji kar bê dûrxistin...
Serokê Amerîka Donald Trump li ser biryara Meclîsa Nûneran a ji kar dûrxistina wî di mîtingekê got: “Ez wiha hest nakim ku em tên ji kar dûrxistin. Rewşa Amerîka ji hemî demên berê baştir e û me tiştekî şaş nekiriye. Piştgirîya nav Partîya Komarî ji min re ti car evqas xurt nebûbû,”
Herwaha da xuyakirin ku Demokrat bi vê biryarê hewil didin dengên bi mîlyonan Amerîkîyan tune bikin û wiha axivî: “Pêwîstbû Barack Obama ji kar hatiba dûrxistin. Nizanim çima Komarîyan ew ji kar dûrnexist. Demokrat kîn û nefreta xwe ya ji hilbijerên Amerîkî re bi vî awayî nîşan didin. Piştgirîya wan ya ji bo dûrxistina kar dê wek qirejîyeke reş di dîrokê de cîhê xwe bigire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin