Li Silêmaniyê di rûdana trafîkê de ji malbatekê 4 kesan can dan

Li Silêmaniyê di rûdana trafîkê de ji malbatekê 4 kesan can dan

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê, di encame rûdaneke trafîkê ya li ser rêya sereke ya Dukan - Ranya, çar endamên malbatekê di otomobîlê de şewitîn.

Li ser rêya sereke ya Dukan – Ranye, do înê 28ê Tebaxa 2020an, di navbera sê otomobîlan de rûdaneke trafîkê qewimî û di encamê de çar endamên malbatekê can dan, ku hemû di otomobîlekê de bûn.

Li gor Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê eşkere kir; lêkolînên wan dest pê kirine û karîne nasname û kesûkarên qurbaniyan bibînin.

Polîsê Silêmaniyê amaje bi wê yekê kir; ji ber ku otomobîl û hemû welatiyên tê de bi temamî şewitîbûn, termên wan nedihatin nasîn. Piştî rûdanê, hêzên Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê Beşa Polîsê Dukanê dest bi lêkolînan kir û kesûkarên qurbaniyan dîtin.

Li gor zanyariyên destpêkê, endamên malbata ku di rûdana trafîkê de can dane, nişteciyên taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê ne, lê li gor nasnameya wan ji xelkê navçeya Şêxan a li sînorê Şingalê ne.

Hat ragihandin ku çar qurbaniyên rûdanê; jin û mêr û du zarokên wan bûn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin