PeyamaKurd – Tevî ku Tîma Futbolê ya Cizrespor a li bakurê Kurdistanê ji lîga sêyem a futbola Tirkiyê hefteya borî vekişîna xwe daye jî Desteya Dîsiplîn a Futbolê li Federesayona Tirkiyê (PFDK), ji ber bûyerên piştî yariya ligel Agri 1970 Sporê cezayên giran bi ser tîma Cizrespor de sepandin.
2yê Sibatê tîmên futbolê yên Bakurê Kurdistanê, Cizrespor û Agrî 1970 Spor di çarçoveya Lîga Sêyem a Tirkiyê de hatibûn beramberê hev ku ji ber bûyerên piştî yariyê rûda ne Desteya Dîsiplîn a Futbolê li Federesayona Tirkiyê, çend cezayên giran dan tîma Cizresporê.
Federesayona Futbola Tirkiyê, Serokê Tîma Cizresporê Maruf Sevînç û serpirştiyarê tîmê Şenol Algan 4 mehan ji mafên wan bêpar kir û herwiha Maruf Sevinç bi 20 hezar lîre û Şenol Algan jî bi 14 hezar lîreyê Tirkî hatin cezakirin.
Dîsa tîma Cizresporê bi lîstina bê alîgir a du yariyan û 10 hezar lîreyê Tirkî jî hatiye cezakirin.
Rahênerê qalewaniyê Halil Akkuş jî bi hezar û 500 lîre û lîstikvanê Cizrespor Umut Dîlek jî bi hezar û 500 lîre hatin cezakirin.
Serokê Tîma Cizresporê Marûf Sevînç hefteya borî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew ji ber nijadperestiya li dijî wan û bê edaletiya li hember wan tê kirin ji lîga futbolê vedikişin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin