Serok Barzanî ji bo Adnan Paçeçî peyamek belav kir

Serok Barzanî ji bo Adnan Paçeçî peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya siyasetmedar Adnan Paçeçî peyamekî sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya siyasetmedarê navdarê Iraqî Adnan Paçeçî, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata wî dike.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneke zêde ve nûçeya koça dawî ya dîplomatkar û siyasetmedarê navdarê Iraqî, Adnan Paçeçî gihîşt me û me xemgîn kir.

Bi vê helkefta xemgîn de serxweşiyê li malbata Paçeçî û tevahiya hevalên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim wî bixe ber dilovaniya xwe û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
18.11.2019

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin