PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî li ser hebûna wan ya li Sûriyê axivî û got ku em bi daxwaza Rejîma Sûriyê hatine vî welatî û ti kes nikare me bi darê zorê ji vir derxe.
Qasimî wiha berdewam kir: “Ew kesên ku bêyî destûr û daxwaza hikmûmeta Sûriyê hative vî welatî, divê ew ji Sûriyê derkevin. Heta ku teror li Sûriyê heye, em ji vir naçin û em ê piştgiriya Rejîma Sûriyê bikin ku em terorê ji vir paqij bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin