Dadgeha Ewropayê serlêdana ji bo bûyerên Cizîrê red kir

Dadgeha Ewropayê serlêdana ji bo bûyerên Cizîrê red kir

PeyamaKurd - Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana binpêkirinên mafên mirovan kuştina sivîlan di dema bûyerên xendekan de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kirin, red kir.

DMMEyê 2 serlêdanên parêzerên Kurd a ji bo dema qedexeya derketina derve ya 2015an li Cizîrê red kir.

DMMeyê serlêdanên hatine kirin, bi hinceta ku hîn ew dosye li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bi encam nebûne û li Tirkiyê rêyên hiqûqa navxweyî bidawî nebûne, red kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema şerê xendekan gelek kesên sivîl di bodroman de asê mabûn ku artêşa Tirkiyê dîsa jî êrîş biribû ser wan û heta bêhtirî sed kesan jî di cihên asê mabûn de hatibûn şewitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin