PeyamaKurd – Xwendekar û çalakvana Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê ku xistina balafira Ûkraynayê protesto kiribû, bi cezayê girtîgehê û pereyan hat cezakirin.
Li bajarê Kirmaşanê keça bi navê, Xezel Meimûm Şayî ji ber protestokirina xistina balafiran rêwiyan a Ûkraynayê ji aliyê Supaya Pasdaran ve ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi salek û 6 mehên zîndanê û 3 milyon tûmenan hate cezakirin.
Xwendekara Kurd Xezel Meisûm Şayî herwiha endama Encûmena Îslamî ya Xwendekarên Pêşketinxwaz ya Zanîngeha Emîr Kebîr ya Tehranê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin