Dadgeha tekosîna li hember tewanên gendeliyê li Kurdistanê ava dibe

Dadgeha tekosîna li hember tewanên gendeliyê li Kurdistanê ava dibe

PeyamaKurd – Yek heta du mehên pêş, dadgeha tekoşîna li hember tewanên gendeliyê dê li Kurdistanê ava bibe. Serokê Desteya Destpakî li Herêma Kurdistanê da zanîn: ‘‘Dadgeh dê xwedî rol be di tekoşîna hember gendeliyê de û dê bilez dosyayan zelal bike.’’

Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer daye zanîn: ‘‘Sê sal bû me daxwaza avakirina dadgeha tekoşîna hember tewanên gendeliyê dikir, encûmena dadweriyê biryar li ser da û du mehên pêş de dadgeh bê ava kirin. Li gel encûmena dadwerî jî em li ser xetê ne ji bo avakirina dadgehê. Ji ber desthilata avakirina dadgehê li gel wan e û bi şêwirandina li gel me dê ew kar pêk bê.’’

Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Biryar e di yek an jî du mehên pêş de, piştî diyarkirina cîh û pêdiviyên wê, dadgeh bê avakirin û dest bi kar dibe.’’

Ehmed Enwer diyar kiriye, dadgeh dê xwedî rol be di dosyayên gendeliyê de û ‘‘Herwiha dê rola xwe di tekoşîna hember gendeliyê de hebe. Hin dadwerên baş ji bo wê dadgehê dê bên danîn. Dadgeh rola bingehîn dê hebe û bilez dosyayan zelal bike. Ji ber yek ji pirsgirêkên me ew bû, ji ber zêdebûn û qerebalixiya li wan dadgehên din dosyayên gendeliyê paş diketin. Her çend hewldan hebû bê bilezkirin jî, lê ji ber zêdebûna dosyayan paş diket.’’

Navborî got, salane nêzîkî 100 dosyayên taybet derbarê gendeliyê de diçin dadgehê, ew dadgeh tenê kar li ser gendeliyê dê bike û ji ber wê jî dikare di demeke kurt de dosyayan zelal bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin