DAISê 5 leskerên Iraqî birîndar kir

DAISê 5 leskerên Iraqî birîndar kir

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li nahiya Gulala di encama êrîşeke ser xaleke artêşa Iraqê de, 5 leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Li gor  çavkaniyeke ji hêza Pêşmerge diyar kiriye, şeva borî çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Helawnê yê li nahiya Gulala êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kirin.

Herwiha destnîşan kiriye, dema hêzeke din a artêşa Iraqê bi hawara wê hêzê diçû, bombeyek teqiya û di encamê de 5 leşker birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin