DAISê li Xaneqînê bav û kurên endamên PSDKê kustin

DAISê li Xaneqînê bav û kurên endamên PSDKê kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundê Ehmed Tahîr Soremîrî yê sînorê Xaneqînê, du endamên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) hatin şehîd kirin.

Berpirsê malbenda Xaneqînê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Celîl Seîd ji BasNewsê re ragihandiye ku du endamên malbenda Xaneqînê yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê şeva borî 12.05.2019ê li gundê Ehmed Tahir Soremîrî şehîd bûn.

Seîd got: “Her du şehîdên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bav û kur in û navê wan Necîm Îbrahîm Mistefa û Dilêr Necîm Îbrahîm e. lê heta naha nayê zanîn gelo erebên wê navçeyê gule berdane Dilêr Necîm yan DAIŞê. Lê dema Dilêr şehîd bûye bavê wî diçe hewara wî û piştre ew jî şehîd bû.’’

Herwaha got: “Berpirsyariya ewlehiya wê navçeyê dest Heşdî Şeibî de ye û rêgirî kirine li hewarçûnê. Ew jî bi navê bûyerên nayê xwestin pêk neyên, ji ber DAIŞ segvan  danîne.”

Herwiha li gorî çavkaniyên polîsên Xaneqînê jî êrîş ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin û bi guleyan êrîşî otomobîla welatiyan kirine û di encam de bav kurê xwe hatine kuştin.

Li aliyê din eşîra Suremêrî jî bi daxuyaniyekê bang li hêzên ewlekariyê kir ku gundê wan biparêzin, ji ber ku gundê wan rastî êrîşên terorîstî tê û gelek malbatan gund bicih hiştine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, gundê Hisên Meme yê li heman navçeyê ji ber êrîşên terorîstî hatiye valakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin