PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sersaxî ji malbat û hevalên siyasetmedar, nivîskar û doktorê Kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û wiha got:
“Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û siyasetvan û ronakbîrê Kurd, Xwedêjêrazî Tarik Ziya Ekîncî, sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim, hevparê xema wan im.
Hêvî dikim Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe canê wî şa bike û aramiyê bide hemûyan.
Em bi rêz û pêzanîn li ked û xizmeta wî dinêrin û her tim dê di bîra me de bimîne.”
Siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û parlamentarê berê yê Kurd Tarik Ziya Ekincî ku ji navçeya Lice ya Diyarbekirê ye, doh 15ê Tebaxê di 99 saliya xwe de li bajarê Stenbolê koça dawî kir. Biryar e 18ê Tebaxê cenazeyê Ekincî li Diyarbekirê bi merasîmekê bi xaka bê spartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin