PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku dê di nav sala 2020an de, li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê serjimarî bê kirin.
Wezîrê Plandanîna Iraqê Sebah El Dilemî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwe amade dikin ji bo sala 2020an serjimariyê pêk bînin û li Herêma Kurdistanê jî ew serjimarî tê kirin.
Serjimariya herî dawî ya Iraqê sala 1997an hatibû kirin ku wê demê li Herêma Kurdistanê encam nedabû û nifûsa Iraqê jî 19 milyon û ya Kurdistanê jî 3 milyon kes bû.
Li gorî amarên dawî nifûsa Iraqê 38 milyon, ya Herêma Kurdistanê jî 5 milyon û 900 hezar kes e û bi qasî milyonek û 500 hezar kes jî koçber û penaber hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin