PeyamaKurd – DEM Partî, beşa rêvebiriya xwecîh ragihand ku li ser medya civakî gotinên gemarî digerin ku şaredarê bajarê Ixdirê Mehmet Nuri Güneş ji ser kar girtine lê ev agahî rast nîne. DEM Partî daxwuyaniya xwe nivîskî da û got:
“Di derbarê hevşaredarê me yê bajarê Ixdirê Mehmet Nuri Güneş de, di ser medya dîjîtal de gotinên nerast digerin ku dibêjin wî ji ser kar girtine. Xeberên tên gotin bi temamî derewin û em ji raya giştî re radigînin.”
DEM Partî got ku ji bilî daxwuyaniyên fermî baweriya xwe bi agahiyên nerast neynin û weha dewam kir:
“Ti agahiya ku ji terefê dezgeyên partiya me de nehatine ragihandin, bi baweriya xwe neynin.”