PeyamaKurd- Serokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş ji doza esasî ya ku jê di zîndanê de ye, serbest hat berdan û li ser biryara dadgehê ji parêzerê xwe re axifî:
“Biryar baş e, adil e û li gor hûqûqê ye. Biryar di destpêka sala nû ya edlî de hat dayîn. Sala nû ya edlî bila bixêr be, bo heyeta dadgehê û bo hemû hûqûqvanan.”
Parêzerên Demirtaş piştî birayara tehliyê li bajarê Edirneyê di zîndana tîpa F de bi Demirtaş re hevdîtin kir. Ji parêzerên Demirtaş Arzu Kayaoğlu di mijara biryara tehiyê de weha got:
“Demirtaş weka me bi heyecan nînbû. Ew gelek aram bû. Ji xwe biryara dadgehê ji SEGBİS ê li rûyê wî hat xwendin.”
Bi sedema ku di derbarê Selahattin Demirtaş de 4 sal û 8 meh ji dosyayeka dinê ceza hatiye dayîn, niha nikarin serbest berdin û wê tehliye nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin