PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku zêdetirî 6 sal in li girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê namzediya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu ya hilbijartinên serokomariyê de axivî:
Selahattîn Demirtaş got: “Ez di wê baweriyê de me ku Kilicdaroglu di mijara guherînê de samîmî û cesûr e. ger tîma wî ya xebatê jî bi heman nêrînê tevbigere, bi piştevaniya HDPê dikare guherîna sedsalê li Tirkiyeyê pêk bîne. Dibe aştiya civakî, hizûr û aramî bê dabînkirin. Demokrasî bigihe binyadeke sazûmanî.”
Demirtaş ji Medyascope bi Ruşen Çakir re hevpeyvînek kiriye û tê de, bersiva pirsên piştevaniya Kilicdaroglu di hilbijartinên serokomariyê de daye.
Selahattin Demirtaş li ser ragihandina namzedê 6 partiyên opozîsyonê Kiliçdaroglu nêrîna xwe wiha aniye ziman: “Serkeftinê ji Birêz Kilicdaroglu re dixwazim, ser xêrê be. Kilicdaroglu niha namzedê hevpar ê Tifaqa Milet e. Ger piştevaniya siyasî û civakî ya muxalefetê bi danûstandinê bistîne, wê ne namzedê Tifa Milet tenê be, bibe namzedê tevahiya gel. Ji niha şûnde hedef ew e ku Kilicdaroglu bikin namzedê hevpar ê tevahiya gelên Tirkiyeyê.”
Demirtaş herwiha got ku ew li bendê ne, Kilicdaroglu bi muzakereyeke eşkere guh bide daxwazên demokratîk ên HDPê û destnîşan kir: “Çimkî HDPî naxwazin kevir deynin ser dilê xwe û dengê xwe bidin. Ji xwe tiştekî wiha nabe jî. HDPyî ji bo dengên xwe bi dil û can bidin Kilicdaroglu li benda serdana HDPê û lihevkirinê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin