Dêrezor | HSDê 2 çekdarên DAISê girt

Dêrezor | HSDê 2 çekdarên DAISê girt

PeyamaKurd –  Li Dêrezorê di encama operasyona Yekîneyên Antî Teror a HSDê ya li gundewarê Dêrazorê, 2 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê û Çepemeniya ya HSDê diyar kir, li bajarokê Zîban ê Dêrazorê bi destekdayîna hêzên esîmanî ên Koalîsyona Navneteweyî operisyonek li darxistin.

Di oparisyonê de, 2 çekdarên şaneyên DAIŞê hatin girtin.

Herwiha alav, belge û çekên bi her du çeteyan re hatin desteserkirin.

Navendê destnîşan kir, her du çekdar êrîşên li ser sivîl, nuqteyên leşkerî û tevgera çekdarên DAIŞê li herêmê hêsan dikir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin