Deriyê Hacî Omeran sibe ji bo geştyar û bazirganiyê sibê dê vebe

Deriyê Hacî Omeran sibe ji bo geştyar û bazirganiyê sibê dê vebe

PeyamaKurd - Rêveberiya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeran ragihand ku piştî maweyekê ji girtinê, sibe (15ê Adara 2026an) deriyê sînorî yê li gel Rojhilatê Kurdistanê bi temamî ji bo hatûçûna geştyaran û tevgera bazirganiyê dê bê vekirin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Ragihandin û Peywendiyên Deriyê Hacî Omeran ve hatiye belavkirin, bang li hemû bazirgan, kompanya, hawirdekar û hemwelatiyan hat kirin ku sibe ji saetên sibehê ve derî dê vebe. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin:

“Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeran li gel Deriyê Gumrika Temerçîn a li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo hatûçûna geştyarî û tevgera bazirganiyê dê bê vekirin û rewş wekî berê dê asayî bibe.”

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku Rêveberiya deriyê Seyran Ben ragihand ku îro (14ê Adara 2026an) bi serpereştiya deriyê Başmaxê, tevgera bazirganî li vî derî jî dest pê kiriye.

Deriyê Seyran Ben ji destpêka şerê navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê ve hatibû girtin û hemû hatûçûn lê hatibûn rawestandin. Lê belê ji îro ve geştên geştyarî û bazirganî careke din dest pê kirin.