Desteya Çandiniyê ya Parlamena Kurdistanê ji bo pirsgirêkên cotkaran dicive

Desteya Çandiniyê ya Parlamena Kurdistanê ji bo pirsgirêkên cotkaran dicive

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Lijneya Çandiniyê li Parlamentoya Kurdistanê Şiwan Zirarî da xuyakirin ku sibe 7ê Tîrmehê li Parlamentoya Kurdistanê li ser pirsgirêkên çandiniyê û cotkaran civînekê li dar dixin.

Cîgirê Serokê Lijneya Çandinî û Çavkaniyên avê li Parlamentoya Kurdistanê Şiwan Zirarî got, sibe li demjimêr 11:00ê lijneya wan dê ji bo guftûgokirina li ser pirsgirêkên serf kirina berhemên cotkarên herêma Kurdistanê dê bicive.

Zirarî diyar kir, dibe di civînê de wezîrê çandiniyê û çavkaniyên avê jî vexwînin, yan jî lijneyekê pêk bînin ku serdana wezîrê çandiniyê bikin û hewl bidin bi hemû aliyekî ve pirsgirêkên cotkaran çareser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin