Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihand mexdûrên lehiya Çemçemalê

Dîroka Weşanê :
Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihand mexdûrên lehiya Çemçemalê

PeyamaKurd – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî (BCF) amarên alîkariyên ku gihandine mexdûrên lehiya li navçeya Çemçemal, Tekye û Şoreşê eşkere kirin. Di navbera 10 û 12ê Kanûna 2025an de, tîmên dezgehê alîkariyên mirovî yên lezgîn li sedan malbatên ziyanlêketî belav kirin.

Di çarçoveya van alîkariyan de; 4 hezar û 100 danên xwarina amade, 1000 sepetên xorakê û 25 hezar lître nefta spî li malbatên mexdûr hatin belavkirin. Her weha 3 hezar pakêtên cilan, betanî, doşek û kelûmelên paqijiyê radestî welatiyan hatin kirin.

Ji xeynî alîkariyên madî, tîmên dezgehê 135 xanî ji herî û bermahiyên lehiyê paqij kirin û 96 hezar lître ava vexwarinê ya paqij li herêmê dabîn kir. Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku piştgiriya wan a bo malbatên ziyanlêketî dê heta asayîbûna rewşê berdewam bike.