PeyamaKurd- Piştî karesata lehiyê li navçeya Çemçemal, navçeyên Tekye û Şoreşê yên Germiyan a Silêmaniyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi hawara mexdûran ve gihîşt û alîkarî li wan belav kir.
Endamê desteya rêveber a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz ragihand: "Tîmên me di şeva karesata lehiyê ya li navçeya Çemçemalê de amade bûn û dest bi gihandina alîkarî û hevkariyê li wan cih û qadan kirin.
Li gorî rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di sê rojên xebatê yên bênavber de (ji 10 heta 12/12/2025), ev alîkarî li mexdûr û qurbaniyan hatin belavkirin:
Sektora xwarin û kelûpelên malê:
Xwarinên amadekirî: 2800 danên xwarên li Çemçemalê, 900 li Tekyeyê û 400 li Kelarê hatin belavkirin.
Sepetên xorak û erzaq: 1000 sepet hatin dabîn kirin, ku ji bo her malbatekê 2 karton bû.
Setên Metbexê: Ji 500 malbatan re (1 ji bo her malbatekê) hat dabîn kirin.
Sektora cil û germkirinê:
Pakêta cilên zivistanê: 3000 karton, 4 karton ji bo her malbatekê.
Betanî: 3000 perçe, 5 perçe ji bo her malbatekê.
Doşek: 1600, 3 ji bo her malbatê.
Nefta spî ji bo şewitandinê: 25,000 lître hatine peyda kirin, 40 lître ji bo her malbatê.
Sobayên germkirinê: ji bo 500 malbatan (1 ji bo her malbatekê).
Sektora tenduristî û paqijiyê:
Pakêtên paqijiyê: 2000 pakêt, 2 ji bo her malbatekê.
Setên ava vexwarinê: 3000 set, 4 set ji bo her malbatê.
Tankerên ava vexwarinê yên ewle: 96.000 lître av hatiye dabîn kirin.
Paqijkirina malan: 320,000 lître av ji bo paqijkirina hundirê malan hatiye bikaranîn û nêzîkî 135 xanî ji bermahiyên lehiyê hatine paqij kirin.
Dezgayê Xêrxwazî ya Barzanî piştrast kir ku ew ê rewşê bişopînin û alîkariyê bigihînin malbatên ku ji lehiyê bandor bûne, heta ku rewşa jiyana wan vegere rewşa asayî.