Dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê îro dicivin

Dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê îro dicivin

PeyamaKurd – Dezgehên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro dicivin.

Li gor zanyariyan, ev civîn piştî serdana şanda hevbeş a her du aliyan ji bo nûnerên pêkhateyên tê lidarxistin û biryar e nêrînên nûnerên pêkhateyan yên derbarê yasaya hilbijartinan tê de werin gotûbêjkirin.

Herwiha ev çaremîn civîna dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê li ser pirsa aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, sererastkirina yasaya hilbijartinan û tomarkirina dengderan e.

Li gorî daxuyaniyên berê yên berpirsên her du aliyan, li ser piraniya mijarên têkildarî hilbijartinan, lihevkirin û têgihiştin heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin