PeyamaKurd - Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybet piştî 1ê Hezîranê ku hikûmeta Tirkiyê tedbîrên xweparastina koronayê sist kirin, hejmara kesên bi koronayê dikevin her diçe zêdetir dibe ku bajarên Riha û Amedê serî dikişînin.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca, her roj tabloya amarên koronayê ya seranserê Tirkiyê radigihîne ku êdî ew amarên têne belavkirin bûne mijara nîqaşan di nav Odeya Bijîşkan û raya giştî de.
Koca ev zêdetirî du meh in rojane derdora 1000 pêketiyên nû û li derdora 20 kesan jî rojane miriyên ji koronayê eşkere dike.
Lê belê li gorî daxuyaniyên walîyên bajaran ew reqemên giştî yên têne belavkirin û hejmara pêketiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê hevdu nagirin.
Doktorên li Diyarbekirê dibêjin, rojane 300-350 nexweşên koronayê yên nû têne tomarkirin û li beşên hurlênêrîna nexweşxaneyan jî tenê cihê 50 kesan heye ku niha cî ji bo nexweşên giran nemaye.
Li bajarê Rihayê rewş ne kêmî ya Diyarbekirê ye û parêzgar bixwe eşkere kiribû ku rojane li dor 300 pêketiyên nû yên koronayê têne tomarkirin.
Tevî vê rewşa metirsîdar ku koronayê ji tundiya xwe ti tiştek kêm nekiriye jî xelk jî pabendî rênimayiyên tenduristiyê nabe. Piraniya gel jiyana xwe ya beriya koronayê berdewam dikin ku ji 1ê Hezîranê ve ew qedexeyên heyî jî hatibûn rakirin.
Niha li gorî zanyariyan li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Entab, Riha û Semsûrê belavbûna koronayê hatiye asta metirsîdar ku rojane gelek kes pê dikevin.
Li gor amarên fermî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 233 hezar û 851 kes bi koronayê ketine, 5 hezar û 747 kesan can daye û rewşa 850 nexweşan jî di xeterê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin