PeyamaKurd – Bajarê Wanê bi hesabê demsalên xwe tenê 4 meh Havîna wê heye lê ji ber seferên trênê yên di navbera Wan-Tehranê de destpêkirine, bajar gelek nêzî Îranêye, gelek geştiyarên Îranî seredana Wanê dikin û di nav 11 mehên dawiyê de jimara geştiyarên ku ji Îranê seredana Wanê kirine gihaye 710,266 kesan.
Cîgirê serokê Oda bazirganiyê û Sanayiya Wanê Fevzi Çeliktaş, ragihand ku di serê salê de wê gelek kes seredana Wanê bikin, sersala xwe li Wanê derbas bikin û hem wê jimara navborî hêj zêdetir bibe. Geştiyar geşepêdanê didin aboriya bajarê Wanê.
Çeliktaş ragihand ku di sala pêşiya me de, jimara geştiyaran wê bigihê 1 milyon kesî. Çeliktaş got:
“Jimara kesên seredana Wanê kirine ji yên sala borî 35 hezar zêdetirin. Xelkê Wanê mêvanperwere û lewra Îranî seredana me dikin. Em ê di Newrozê de festîwala bazirganiyê, çand û çalakiyên civakî bikin. Niha ciyên me yên ahengan amadekariyên xwe temam kirine. Wê mêvan hek kêfaxwe bikin û hem bazirganiya xwe bikin.”