PeyamaKurd – Di encama rûdaneke trafîkê de, li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistanê, 2 kesan can dan.
Li gor zanyariyan, do şev li ser rêya Helebce - Seyîd Sadiq, li nêzîkî gundê Qacir, wesayîtek wergeriya.
Hat destnîşankirin, di wê rûdanê de 2 kesan can dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, ji ber ku birîna birîndaran giran bû, ew şandin nexweşxaneya Silêmaniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin